Kurdisch

Roja têkoşîna femînîst a navneteweyî ji sala 1921’an û vir ve di 8’ê Adarê de tê pîrozkirin, ku cara yekem di sala 1911’an de ji aliyê Duyemîn Konferansa Jinên Sosyalîst a Enternasyonal ve hat ragihandin. Ger yek ji daxwazên navendî yên protestoyên 1911’an bi mafê dengdayînê Jinan hatibe bidestxistin jî, em li dijî kedmêjî yê kapîtalîst û tunditîya patrîarkal yê ku li herderê ye têkoşîna xwe didomînin.

Têkoşînên civakî ya ji bo azadbûnê bêyî femînîzmê nikare û divê nayê ponijandin.

Di 13.9. Jina Mahsa Amini ji ber ku li dijî têgînên exlaqî yên îdeolojîk ên mêtingeriya dewletparêz-patrîarkal, ji aliyê hêzên bi navê „polîsên exlaqî“ yên Îranê ve hat kuştin. Xwepêşandanên li dijî pêkhateyên desthilatdariyê û xwerêveberiyê yên ku ji ber vê yekê hatin destpêkirin û hîn jî berdewam dikin, bi taybetî jî li dijî rejîma mela ya Îslamî ye, ku bi tundî û tundûtûjiya zêde bersiv dide.

Ev jî dîsa eşkere dibe: Têkoşînên ji bo xweseriya zayendî û fizîkî tenê dema ku mijar bibe welatek ku tê de berjewendiyên jeopolîtîk hene, balkêş e. Zilm û zordariya li ser Êzidiyan bi qasî tekoşîna jinên Kurd tê paşguhkirin, berevajî vê yekê –  alîya Almanî kêfxweş e ku piştgiriya Tirkiyê di êrîşên wê yên li ser herêmên Kurdan de dike û bi awayekî aktîf beşdarî krîmînalîzekirina tevgera Kurdan li Almanyayê dibe. Ji bo vê yekê Rakirina § 129b StGB tenê dikare bibe destpêk!

Li DYA û Îngilistanê, îtîfaqên rexnegirên dijî zayendî, kevneperest û rastgiran ên ji her alî ve êrîşî maf û hebûna kesên trans dikin. Ne tesaduf e ku mafên ku berê hatine bidest xistin, wek gihandina kurtajên dadwarî û ewle, di heman demê de li DYE têne sînordar kirin. Divê em li Almanyayê jî bi vê yekê re mijûl bibin: Betalkirina §219a StGB ne bes e! Betalkirina § 218, betalanîna kirîmînalîzêkirina kurtajê! Beriya her tiştî: Garantiya gihîştina kurtajê ya vekiri, pêbawer û ewledar ji bo her kesî bibe!

 

Ew serkeftina tevgera trans û înterseksuel û hevalên wê yên e, van salên dawî de, qanûnek xwerêveberiyê zayendî û ji holê rakirina yasaya ku jê re tê gotin transseksuel tê bendewarî kirin. Divê ev yek bi tundî li hemberî qaşo parêzvanên jinan bê parastin! Ew nayê pejirandin ku femînîzm û xwebirêvebirina zayendî li dijî hev bên lîstin. Ne tesaduf e ku êrîşên li ser mirovên queer zêde dibin. Mêrê trans Malte li Münsterê mir, piştî ku du jinên lezbîyen li hember êrîşa antî-queer parast.
Li Almanyayê mêrek her sê roj hevjîna xwe dikuje. Bethel bi salan li Bielefeldê îstîsmara zayendî û şîdeta zayendî veşêrî û bi awayekî aktîf sûcdaran parast – hîn jî bê encamê ji bo kesên têklîdar! Bê guman kesên zîyan dîtî bûn ji her alî ve tên tenê hiştin. Ev bûyer careke din nîşan didin ku mexdûrên tundiyê nikarin xwe bispêrin polîs û dewletê!

 

Werin em bi hev re li dijî tundiya patrîarkal, antî-queer û li dijî transan xwe bi rêxistin bikin!

Werin em bi hev re dakevin kolanan!

Li dijî patrîkaliyê û kapîtalîzmê hevgirtin!

Ji bo xwebirêvebirina fîzîkî ji bo her kesî û li her derê!

Di beşa pêşiyê ya meşê de em dixwazin ji bo jin, lezbîyen, kesên înter, ne-binary, trans û bêzayend (FLINTA+) herêmek ewle ava bikin, ji ber vê yekê mêrên-cis (ango mêrên ku di zayînê de zayenda nêr li wan hatiye pejirandin, û xwe bi zayenda nêr dinasînin) nayê xwestin. Li pişta meşê (li pişt kamyoneta hoparlor), her kesê ku bixwaze dikare tevlî bibe. Hûn dikarin maskê li xwe bikin!